Amerîka: YPGê soza xwe anî cih
Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê Peter Cook pirsên rojnamevanên ên derbarê rojevê de bersivandin.
Peter Cook li ser pirsa “Tirkiyê dibêje şervanên PYD/YPG ji rojavayê Çemê Firatê venekişane. Ev yek berevajoyê gotinên we ne. Hûn derbarê vê yekê de çi dibêjin?” wiha bersivand:
“Tişta em li qadê dibînî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) soza ku dayîn dê ji rojvayê Çemê Firatê paş ve vekişin, pêk anîn.
Li Minbicê operasyona paqijkirinê hêj didome. Divê ew teqemeniyên li Minbicê mane werin pûçkirin. Şervanên ji wê herêmê û çend şervanên HSDê vê operasyonên didomînin. Li hêza sereke ya HSDê ji rojavayê Çemê Firatê vekişa. YPG jî di nav wan hêzên ku vekişiyan de ye.”
Rudaw
