• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezareta dadê ya Iraqê: Heft kesên biyanî hatin darve kirin

Gulan Media September 1, 2016 Nûçe
Wezareta dadê ya Iraqê: Heft kesên biyanî hatin darve kirin
Wezareta dadê ya Iraqê ragehand, ku heft kesên biyanî hatine darve kirin, ku tewanbar bûne bi pêkanîna karên terorîstî li Iraqê.

Wezîrê dadê yê Iraqê Heyder Zamlî bi beyanameyekî ragehand, ku dosyayên wan heft kesane li gor rêkarên yasayî yên dadgehê hatine birêvebirin û piştî pesend kirina serokkomar hatine darvekirin.

Heyder Zamlî dema darvekirina wan heft kesane aşkera nekiriye, lê ragehand wan heft kesên ku hemwelatiyên biyanî yên ereb bûn û tewanbarbûn bi pêkanîna karên terorîstî li Iraqê.

Ji ber şerê eşîrî û êrîşa rêxistina tund a DAIŞê û rêxistina terorîstî ya El-Qaîdê bi hezaran çekdarên ereb û Ewropî berê xwe dane Iraqê û beşdarî li milmilaneya bixwîn kirine.

Basnews
Top