Parlamenterê HDPê: Bila Kurd pişta xwe nedin Tirk û Farsan
Îşev televizyona Rûdawê bernameyek derbarê şerê Cerablusê û bandora wê li ser Rojava û Bakurê Kurdistanê de bi çend kesatyetên rewşenbîr, parlamanter û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re li bajarê Amedê saz kir.
Di vê bernameyê de, Parlamenterê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Kadrî Yildirim ragihand, ku dê şandeke HDPê serdana Başûrê Kurdistanê bike û bi hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê re bicive.
Kadrî Yildirim wiha got:
“Ji HDPê şandek dê serdana Başûrê Kurdistanê bike û hêvî dike ku ew yek bibe sedema yekgirtina Kurdan.”
Yildirim derbarê operasyona Tirkiyê ya li Cerablusê de jî got, heta ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe negihandin Minbic û dedora Cerablusê, Tirkiyê midexalê nekir.
Derbarê sedema destewerdana leşkerî ya Tirkiyê di nav axa Sûriyê de jî, Yildirim da xuyakirin, ku helwesta Enqerê tê wê wateyê ku Tirkiye DAIŞê ji xwe re wek xeter nabîne, berovajî wê yekê wê rêxistinê ji xwe re wek faktorek ewlehiyê dibîne, lê belê Tirkiye hêzên Kurd li Sûriyê ji xwe re wek xeter dibîne.
Parlamenterê HDPê amaje bi helwesta Tirkiyê li hember Başûrê Kurdistanê jî kir û got, ku têkiliyên niha yên Tirkiyê li gel Başûrê Kurdistanê ne ji ber niyeta baş a Enqerê û mafê Kurdan e, dibe ku ji bo çêkirina dijîtiyê di navbera perçeyên Kurdistanê de ye.
Li ser mijara yekîtî û hevrêziya navbera Kurdan jî, Kadrî Yildirim destnîşan kir, di nava Kurdan de, li her 4 parçeyên Kurdistanê, çi di nava hêzên parçeyekê bi xwe de û çi jî di navbera parçeyên Kurdistanê de yekrêzî û tifaq tine ye.
Yildirim li ser bêtifaqiya navbera Kurdan, helbestek çarîna Ehmedê Xanê xwand û got, ku Ehmedê Xanî zêdetir ji 300 sal berî niha amaje bi bê tifaqiya Kurdan kiriye û ji kurdan xwestiye, ku pişta xwe nedin dijminan, ku hingê Rom û Ecem bûn.
Yildirim da zanîn, dema ku Ehmedê Xanî ew yek ji Kurdan re got, ne Amerîka hebû û ne jî Rûsya û daxwaz ji hemû kurdan kir, ku di serdema îro de pişta xwe nedin Fars û Tirkan.
Serokê Liqa Amedê ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Muhammed Dara Akar jî derbarê operasyona Tirkiyê li Cerablusê ragihand, ku Tirkiye li Sûriyê helwesteke dagîrkeriyê peya nake û çavê wê li erdê ti aliyekê jî nîne.
Muhammed Dara Akar herwiha got, operasyona hêzên Tirkiyê di nav axa Sûriyê de bo parastina ewlehiya sînor û welatiyên Tirkiyê pêwîst bû.
Dara Akar, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Yekîtiya Demorkatîk (PYD) û DAIŞ weke xeter li ser asayişa Tirkiyê bi nav kirin û got, ku mafê Tirkiyê heye ku di çarçoveya hiqûqa navdewletî de xwe biparêze û tekez kir, ku destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Cerablusê jî di vê çarçoveyê de û li gorî benda 51 a destûra Netewên Yekbûyî pêkhatiye.
Ji aliyekê din ve Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesut Tek jî li ser mijarê axivî û got, Tirkiye dixwaze bi wê destwerdana leşkerî di nav axa Sûriyê de bimîne û Qibris wek mînaka wê hewldana Tirkiyê bi nav kir.
Mesut Tek amaje bi helwestên hêzên navdewletî li ser operasyona Tirkiyê li Cerablusê kir û got, di destpêka de helwestên dijbere nebûn û deng li ti aliyekê derneket, lê belê hêdî hêdî bertekên navdewletî dest pê kirine û niha Amerîka ji Tirkiyê re ragihandiye, ku ew qebûl nakin Artêşa Tirkiyê êrişî PYDê bike.
Tek ew yek jî da zanîn, ku man an jî derketina leşkerên Tirkiyê ji axa Sûriyê girêdayî helwestên navdewletî heye, eger na Enqere dixwaze li wê derê bimîne.
Serokê PDK-Bakur, Sertac Bucak jî rexne li helwesta Tirkiyê li hember Kurdan girt û diyar kir, ku li şûna ku DAIŞ cîranê Tirkiyê be, bila Kurd li Sûriyê cîranê Tirkiyê bin.
Sertac Bucak behsa bertekên li hember operasyona Tirkiyê li Cerablusê jî kir û got, niha him Amerîka, him Rûsya û him jî Îran li hember operasyonên acizin û li dijî operasyonê derdikevin.
Bocak rexne li PYDê jî girt û daxwaz ji wê partiyê kir, ku vegere ser xeta netewî û dest bi hewldana yekîtiya Kurdan bikin.
Serokê PDK-Bakur herwiha daxwaz kir, ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê hemû bibin yek û bi hev re li dijî leşkerên Tirkiyê derkevin, her wek çawa ku pêştir li dijî DAIŞê û êrişên wê rêxistinê derketin.
Rudaw
