Demîrtaş û Buldan bo dadgehê hatin xwastin
Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê bi tometa bêmafî li beramber serokomar kirine ji bo îfadedanê bang li hevserokê giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş û parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Perwîn Buldan kir.
Ji berî niha jî serdozger bi rêya telefonê Demîrtaş û Buldan vexwendibû serdozgeriyê, lê ew neçûbûn.
Ji bo wê vê carê jî serdozger vexwendiname ji wan re şand.
Li gorî destûra Tirkiyê madeya 299, kesê ku li dijî serokomar bêmafiyê bike ji salekê heta çar salan tê darezandin
K24
