Terorîstên DIŞIê hejmarek welatiyên Kurd kuştin
Hin çalakvanan ji bajarê Babê diyar kirin, ku çeteyên DIŞIê 10 welatî, ku ev 2 sal in di zindanên wan de bûn û piraniya wan, Kurd bûn bi tawanbariya alîkirina rêjîma Sûrî kuştin. Li gorî heman çalakvanan ku welatiyên hatin kuştin ti nêzîkbûna wan ji siyasetê tune bû.
