Biryara nû ya Tirkiyê derbarê Başûrê Kurdistanê de
Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji niha pê de dê bo dana vîza bi welatiyên Herêma Kurdistanê kar bi rênimayên nû bên kirin.
Li gorî rênimayiyên nû, ji niha pê ve Konsulxaneya Tirkiyê dê bi rêya şîrketeke geştyarî vîzayê bide welatiyên Herêma Kurdistanê.
Herwiha Tirkiyê nirxê vîzayê jî bo welatiyên Herêma Kurdistanê giran kir û ji 30 dolarî ve bo 250 dolarî zêde kir.
Konsulxaneya Tirkiyê herwiha da xuyakirin, ku vîzaya wî welatî dê bo wan kesan bê pere be ku vîza yan jî îqameya welatên Amerîka, Brîtanya, Îrlenda û welatên endamên Schengenê hene û çend curên din ên vîzeyê jî li hember pere û bi mercên taybet dide welatiyên Herêma Kurdistanê.
Li gor rênimayiyên nû, wergirtina vîzaya Tirkiyê jî her weke vîzaya Schengenê (Şengen) dê bi rêya şîrketa VFS Globale be.
Herwiha hatiye gotin, ku Konsulxaneya Tirkiyê dê di navbera 1 heta 5 rojan de bersiva daxwaza welatiyên bo wergirtina vîzayê bide.
Ji aliyekê din ve hatiye gotin, ku eger daxwaza her welatiyekê/î Herêma Kurdistanê bo wergirtina vîzayê were redkirin, pere ji bo wî nayên vegerandin.
Rudaw
