• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîkî û Kurd piştrast dikin lê Tirk red dikin

Gulan Media September 1, 2016 Nûçe
Amerîkî û Kurd piştrast dikin lê Tirk red dikin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwêş ji Dengê Amerîka re ragihand ku agirbesteke demkî di navbera Meclîsa Leşkerî ya Cerablus û artêşa Tirk de hatiye ragihandin.

Derwêş diyar kir ku sekinandina pevçûnan bi navbeynkarîya Amerîka pêk hatiye.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Leşkeriya Amerîkî (CENTCOM) Kolonel John Thomas ji AFP re got ku Tirk û Kurd li hev kirine ku şer rawistînin.

John Thomas got: Me soz ji hemî aliyan standine ku ewê dawî li şerê dijî hevdû bînin û bala xwe bidin gefa DIŞIê.
Lê, karbidestekî leşkerî yê Tirk ku navê xwe eşkere nekiriye, ji Reuters re red kir ku agirbesteke wiha heye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bi daxuyanîyeke nivîskî got ku opertasyonên artêşa Tirkiyê li hindurê Sûriyê wê bidomin, heta ku hemî gefên dijî ewlehîya Tirkiyê bêne rakirin.

Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê jî daxuyanîyeke nivîskî da bîragiştî û agirbest piştrast kir.

“Piştî şêwirên ligel koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka û jibo sekinandina gola xunê û parastina sîvîlan ji encamên şerê artêşa Tirkîyê, em radigihînin ku bi sponsorîya koalîsyonê em bi hevre giheştin agirbestekê. Ev agirbest ji di nîvê şeva derbasbûyî di navbera hêzên me yên li ser Çemê Sacurê û artêşa dagirkera Tirkîyê de kete merîyetê. Em ji her kesî re radigihînin ku agirbest nayê wateya ku em dagirkerîya Tirkîyê ji bajarê Cerablusê re qebûl dikin.”
Top