• Sunday, 22 February 2026
logo

50 siyasetmedarên HDP'ê dest bi greva birçîbûnê dikin

Gulan Media September 1, 2016 Nûçe
50 siyasetmedarên HDP'ê dest bi greva birçîbûnê dikin
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) saziyên medenî û partiyên siyasî li Amedê li ber avahiya KCD''ê de bi hev re daxuyaniya çapemeniyê dan û Hevserokê KCD’ê Hatip Dicle wiha axivi û got "Roj roja çalakiyan e. Çalakiya greva birçîbûnê ku bi 50 hilbijêran di 5'ê Îlonê de bê dem û bê dorveger dest pê dike."

Daxuyaniya ku bi rojan e li Amedê amadekariya wê dihat kirin, îro li ber avahiya KCD’ê bi raya giştî re hat parvekirin. Hevserokên KCD, HDK, KJA, DBP û parlementerên HDP’ê, nûner, rêveber, bijartiyên kurd, şaredar amade bûn. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dicle metna deklerasyonê xwend. Naveroka bingehîn a deklarasyonê rewşa rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan ku 510 roj in jê agahî nayê girtin. Deklerasyona ku biryara serdemek nû hat dayîn û biryara gireva birçîbûnê ya bêdem hat dayîn."

Wê di 5’ê Îlonê de bi beşdarbûna 50’î siyasetmedaran greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger dest pê bike.
Deklerasyona ku biryara gireva birçîbûnê ya bêdem hat dayîn wiha ye:

“Cemaweriya bi qimet, hevalên qedirbilind û beşdarên rêzdar
Em nûnerên gel ên hatine hilbijartin, rêber û rûsipî, nûnerên saziyên civakî, ji bo ku em peyama pir girîn bi were û bi riya we bi hikûmetê re parve bikin em li vir in.

Birêz Öcalan nêzî 18 salin bi tena serê xwe di hucreyek pir biçuk a li Girava Îmraliyê de di bin tecridê de tê girtin. Tam 510 rojin bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Ji hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê heta niha 46 roj derbas bûn. Di ve pêvajoyê de darbekar li dijî Îmraliyê ketin nava hewldanên fîîlî. Li gel ku ev hewldana darbekaran hat aşkerekirin jî disa der barê birêz Öcalan de me ti agahiya şênber bi dest nexist.

Gelê me yê bi qîmet;

Bê guman pirsgirêka herî girîng ya welat pirsgirêka kurd e. Hêzên serdest, sed sal berê di 1'emîn Şerê Cihanê de bêyî vîna gelên vê heremê esas bê girtin axa Mezopotamya û Rojhilata Navîn di nava xwe de li hev parvekirin. Ji ber vê yekê pirsgirêkên herêmî derketin. Pirsgirêka kurd jî yek ji van pirsgirêkê ku axa wan bêyî vîna wan hatiye parvekirin e. Mixabin sed salin Dewleta Komara Tirkiyeyê li şûna pirsgirêkê bi riya aştiyê çareser bike, bi polîtikayen înkar û îmhayê tev digere. Ji ber vê yekê gelek xwîn hat rijandin. Gelek kes hatin kuştin. Di sedsala 21'an de jî ev pirsgirêk bi heman ferasetê didome. Dewletê, sed salin, înkar kir u ji kurdan re tenê rêya serhildan û berxwedanê hat hiştin. Gelê ku serî rakir jî bi komkujiyê tepisand û tecrîd kirin. Encama vê polîtîkayê bû sedena windakirina xwîn û canê kurd û tirkan. Em li dijî rijandina xwînê û kuştinê têdikoşin. Li aliyê din hêzên ku li ser berjewendiyên xwe yên neteweyî û kurevî tev digerin, bêtir şerê li Rojhilata navîn û herêmê kûr dikin. Pirsgirêka kurd her dem di nava serhildan û berxwedanê de maye. Ji ber berjewendiyên hezên serdest her dem gelê kurd û tirk zerar ditiye.

Gelê me yê bi rûmet;

Rêberê Gelê Kurd û mirovê siyaseta demokratîk birêz Öcalan, ji bo vê çerxa kor bişkînin, vê kemîna xwînê xera bike û aştiyek bi rûmet pêş bixin, di Newroza 2013'an de bi wêrekî tev geriya û înîsiyatifek gelek xurt girt ser milê xwe,

Belê birêz Öcalan got: "Êdî ji vê rêveçûnê re dem hatiye û derbas bûye" û banga bêdengkirina çekan û pêvojoya gotin û siyaseta demokratîk kir. Dewlet û hikûmetê jî ji bo şensekê bide aştiyê gavek avêt. Bi vê pêvajoyê re hêviyek mezin û bendewariyek xurd derket holê. Bi vê pêvajoyê re xwîn rawestiya û çek bêdeng bûn. Kuştin bi dawî bûn. Êşa dilê bi kuştina leşker, polîs, cerdevan, gerilla û zarokan her roj xwîn dibû, aş bû. Êdî hêvî û kêfa ku ji şerê sed salin didome derkevin zêde bû. Lê mixabin piştî di dawiya sala 2014'an hevîya aştiyê lawaz bû û piştî 2015'an li şûna aştiyê şerekî giran dest pê kir.

Birayên bi qimet ji bo wê îhtimala aştiyê pêş bikeve bi diyalogek xurt û heye. Kesê ku bi riya diyalogê rê li pêş aştiyê vekir birêz Öcalan 510 rojin agahî jê nayê girtin. Şer ne daxwaz û bijartina me ye. Lê dema şer hebe jî divê ehleq û hiqûqek hebe. Birêz Öcalan ku 3 salan civaka Tirkiye xist nava aştiyê, di dîrokên berê de 8 caran agirbest îlan kir û rê da pêş siyaseta Rojhilata navîn, hem gelê kurd û hem jî gelê cîhanê ji bo azadiya wî 10 milyon û 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin û wekî "Vîna min a siyasî ye" bi nav kirin. Mafê wî yê hiqûqî û zagonî tê binpêkirin. Birêz Öcalan 5 salên dawî ye bi ti parêzerên xwe re qet hevditin nekiriye. Hikûmet birêz Öcalan wekî dîl digire dest û nêzîk dibe. Tecrîdê di nava decrîdê de pêk tîne.

Hevalên hêja;

Bêguman civaka me bi kurd, tirk, bi hemû nasname û baweriyan ve bi hevrejiyanê ya di nava aştiyê de zêdetir heq dike. Vî bendewariya mafdar bicihanîn peywira esasî ya siyasetmedaran e. Em bi vî zanebûn û berpirsyariyê hewl didin layiqî we bin û ji bo vê dixebitin. Li aliyeke li dijî pêkûtî û êrîşan hewl didin li ser piyan bimînin û li aliyeke jî hêviyeke biçûk a ji bo aştiyê jî hewl didin binirxînin û lêgerînên xwe yên çareseriyê didomînin. Lê astengkirina rêberê û pêşengê têkoşîna gelekî 510 rojan jê agahî negirtin, bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê daxwazên hevdîtinan bi israr redkirin çi heyf e ku hemû îhtimalên aştiyê ji holê radike. Lêgerînên aştiyê yên ku birêz Öcalan derveyî vî hiştin ceribandinên berê jî nîşan daye û vala ye, pûç e, ev hatiye fêmkirin. Niha jî niyetekî ku birêz Öcalan derveyî siyasetê hiştin a gelek cidî û xeter heye. Ji me nikare bê xwestin ku em li hembêrê vî pêkanîna nehîqûqî û neexlaqî bêdeng bimînin. Divê ti kes ji me nexwaze rêberekî siyasî la ku bi milyonan kes hêviyên xwe bi vî girêdayê, agahî girtina wî astengkirin tiştekî wekî normal bibînin. Ev 510 roj in hemû hewldanên me yên siyasî, hiqûqî, dîplomatîk û mirovî ji aliyê hikûmetê ve pûç hatine derxistin. Ji ber vê yekê jî heta ku parêzerên birêz Öcalan, malbat, heyeta me ya siyasî bi rû bi rû hevdîtinê pêk bînin ê agahiyeke bigirin me biryara pêvajoyeke nû bidin destpêkirin girtiye. Di vî çarçoveyê de di nava me de 50 hevalên me yên dildar bi 5'ê Îlonê pêve dê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bikin. Tekane daxwaza vî grevî heye ew jî bi birêz Öcalan re di çarçoveya hiqûqî de hevdîtin pêkanîn e.

Di vî çarçoveyê de banga me ya yekemîn ji hikûmetê re ye; em li bendê ne ku rewabûna siyasî, hiqûqî, exlaqî, mirovê li ber çavan bê girtin hema sibehê bê bicihanîn.

Ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê jî banga me ev e; heke ji bo vî bangawaziya me ya maqûl bersiv neyê dayîn ji bo piştgiriya hevalên me yên ku dest bi greva bêdem û bêdorveger dikin li dora wan xwedîderketineke bêhempa bêk bînin ji bo vê hemû kes divê plansazî û amadekariya xwe bike. Roj roja çalakiyê ye.

Di van rojên ku ji wî dengek bê ji bo pêşerojê dê hêviyên nû biafirîne û ji bo deriyên nû ben vekirin dê bibe sedem de hemû kesên ku bi aştî, çareseriya sivî û hiqûqê bawer dikin divê li hemberî vî tecrîdê derkevin.

Beşdarên hêjê, gelê me yê hêja;

Herî dawî em dixwazin vî bibêjin; ti gelê ku rêber û pêşengên xwe xwedî dernekevin ti caran dikarin rûmet û azadiya xwe biparêzin. Ti gelên ku piştgiriyê nedin têkoşîna azadiya kurdan ti caran nikare qala azadiya xwe bike. Ji bo me beriya her tiştî pirsgirêka rûmetê ye. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku xwedî li rûmet û mafê xwe yê azadiyê derkevin, em vî bêrûmetiya ku li ser me tê ferzkirin qebûl nakin û em ê nekin. Em bang dikin ku qasî ku hemû cihan vê bibîhizin qîr bikin.

Em we bi hemû hestên xwe silav dikin, serkeftinê dixwazin.”



Rudaw
Top