• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Serok Barzanî û Serok Wezîrê Iraqê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin
Roja çarşem 31.08.2016 li peywendiyekî telefonî ya di navbera rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda hate nirxandin.

Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî spasî Serok Wezîrê Iraqê kir ji bo wê pêşwaziya germ ya li şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Serokayetiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û her wiha xweşhaliya xwe jî di derbarê encama civînan derbirî û hêvî xwest peywendî û hemahengiyên di navbera her dû aliyan de berdewam bê.

Li beranber da Serok Wezîrê Iraqê xweşhaliya xwe ji bo serdana şanda Herêma Kurdistanê û encama civînan bi taybet ya di derbarê neft û amadekariyên ji bo rizgarkirina Musilê derbirî û encamên civînan jî bi bilind nirxand.

Her li vê peywendiya telefoniyê de her dû alî tekez li ser berdewamiya peywendî û hemahengî û şêwirîna di navbera xwe de kir.

Top