• Sunday, 22 February 2026
logo

Holand: Kurd li dijî DIŞIê ne û Tirkiyê şerê wan dike

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Holand: Kurd li dijî DIŞIê ne û Tirkiyê şerê wan dike

Di peyva xwe de li kongirê balyozan li seraya Alîzê, Serokê Frensî Franswa Holland ragihand ku, Tirkiyê kiryaran li dijî Kurdan dike, ew Kurdên şerê rêxistina DIŞIê dikin, herweha hişyariya rûdana metirsiyeke giştî li Sûriyê da bi sedema destêwerdanên Tirkî û yên Rûsî.

Li gorî ajansa AFP a nûçeyan, Holand diyar kir ku, ew destêwerdanên dubarekirî yên kêşeyî metirsiyên mezin bo herêmê tînin, bitaybetî ku Tirkiyê bi şêweyekî yekser dijminatiya Kurdan dike.

Serokê Frensî daxwaza agirbesteke lezgîn kir û got ku, ji 5 salan û şûn ve di bobelateke mezin de ye bitaybetî li bajarê Helebê ku li wir kêşeyeke mirovane berfireh diqewime.

Di dawiya peyva xwe de, Holland amaje kir ku, Tirkiyê îro artêşa xwe li ser xaka Sûrî belav kiriye da berevaniyê di ber ewlehiya xwe de bike li hemberî DIŞIê, lê di heman demê de kiryarên li dijî Kurdan dike, ew Kurdên ku bi piştgiriyekê ji hêla Hevpeymana Navwelatî ve şerê rêxistina terorîst dikin.

Top