• Sunday, 22 February 2026
logo

Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Êvariya roja çarşem 31.08.2016 birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka xweşhaliya xwe bi serkeftinên vê dawiyê ya Pêşmerge li mîhwera Xazir nîşanda û pesnê qehremaniya Pêşmergeyan kir û serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên wan Pêşmergeyan kir ku li şerê terorê da canê xwe gorî kirine û şehîd bûne. Her wiha silavên Serok Obama jî bi Serok Barzanî gihand û xweşhaliya xwe jî ji bo encama civînên di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda derbirî.

Li beşekî dinê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka hêvî xwest ku Serok Barzanî bi hîkmeta xwe çareseriya wan kêşeyan bike ku li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê de li holê daye.

Şerê terorîstan û amadekariyên ji bo operasyona azadkirina Musilê mijareke dinê peywendiya telefoniyê bû û her dû alî xweşhaliya xwe ji wê yekê derbirîn ku planên wan gelek bi başî birêvediçin û tekez jî li ser berdewamiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Amerîka û hêzên Iraqê kir.

Top