Edhem Barzanî: Bargiraniya Kurdistanê li ser mile PDK û YNKê ye
Barzanî got: “Di civîna îro de behsa pêwendiyên di navbera PDK û YNKê hate kirin, hevnêrînin ku roj bi roj pêwendiyan bihêztir bikin. PDK û YNKê barê giran yê Kurdistaniyan hilgirtine ser milên xwe.”
Derbarê pêwendiyên ligel Tevgera Goranê û destpêkirina guftûgoyan de Edhem Barzanî got: “Mixabin Tevgera Goranê her zû deriyê guftûgoyan girt, ev jî ne çara yekem e. Min li Silêmaniyê dest bi kar kir, divê bû ku Tevgera Goranê serdana min kiribana. Min di demeke hestiyar de serdana birêz Newşêrwan Mustefa kir, ku ti kesekî PDK û YNKê serdana wê nekiribûn.”
Îro şandeke PDKê bi serpereştiya Serokê Encûmena Serkirdeyatiya PDKê li Silêmaniyê û Helebce serdana Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û ligel Berpirsê Kargêriya Polîtbîroya YNKê Mela Bextiyar û hejmarek ji serkirdeyên YNKê civiya.
K24
