• Sunday, 22 February 2026
logo

Artêşa Amerîka: Em bi Barzanî re axivîn – Pêşmerge dê beşdarî şer bibe!

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Artêşa Amerîka: Em bi Barzanî re axivîn – Pêşmerge dê beşdarî şer bibe!
Wezareta Parastina Amerîka (Pentagon) ragihand: “Pêşmerge dê beşdarî di şerê Mûsilê de bike û bo wê yekê em bi Barzanî re axivîne.”

Îro Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM), general Joseph Votel li Washingtonê konfranseke rojnamevanî saz kir û tê de derbarê şerê li dijî DAIŞê li Iraqê û Sûriyê, rola Hêza Pêşmerge di operasyona Mûsilê, operasyona Tirkiyê li Sûriyê û aloziyên di navbera Artêşa Tirkiyê û Hêzên Kurdî yên Sûriyê de zanyarî dan.

Joesph Votel di vê konfransa rojnamevanî de ragihand: “Çekdarên DAIŞê heyama salekê dibe ku ti pêşveçûnek li eniyên şerî bi dest nexistine û berdewam di paşveçûnê de ne.”

Li ser operasyona Mûsilê û rola Hêza Pêşmerge di şerê girtina Mûsilê de jî, Votel got: “Pêşmerge beşdarî di şerê Mûsilê de dike û di vê bareyê de em bi Barzanî re axivîne.”

General Votel amaje bi rewşa Sûriyê û operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê û li herêma Cerablusê kir û da xuyakirin, ku wan daxwaz li Tirkiyê û Hêzên Kurdî kiriye, ku li dijî DAIŞê şer bikin û ji pevçûnên bi hev re dûr bikevin.

Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê tekezî li ser alîkariyên Amerîka bo Hêzên Sûriya Demokratîk bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî kir.

General Joseph Votel li ser vê mijarê wiha got: “Tirkiye û Kurd li Sûriyê ji me re weke hev giring in. Em dê berdewam bin li ser alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk, hevdem dm dê berdewam bin li ser alîkarîkirina Tirkiyê di şerê li dijî DAIŞê de.”

Rudaw
Top