Muslim: Tirkiye, Îran û Sûriye dijminatiya Kurdan dikin
Operasyona Mertala Firatê nakokiyên pir mezin di navbera Amerîka, Tirkiye û YPGê de çêkirine.
Di vê derbarê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim her sê dewletên Tirkiye, Sûriya û Îran ji ber wê operasyonê bi dijminatiya gelê Kurd tometbar kir.
Di heman demê de Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmûş jî da zanîn ku Tirkiye di derbarê vê operasyonê de Sûriye agahdar kiribû.
Operasyona mertalê Ferat di roja xwe ya 7 li başûr û rojavayê Cerablusê berdewam dikeû li gorî çavkaniyên Artêşa Azad a Sûriyê heta niha li her du çeperên şer hêzên wê bi piştevaniya Artêşa Tirkiyê 41gund kontrol kirine.
Di vê derbarê de hemû berpirsên Tirkiyê ji YPG xwestin ku divê ew yekser ji rojavayê Firat vekişin û berê xwe bidin rojhilatê Firatê. Rayedarên Tirkiyê gefa wê yekê xwarine, ku eger YPG venekişe rojhilata Çemê Firatê, ew dê bibin armanca êrişên Artêşa Tirkiyê.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan Kortulmuş ragihand, armanca sereke ji operasyona Mertala Firat rêgirtin ji pêkanaîna korîdoreke Kurdî ye, ku ji başûrê Kurdistanê dest pê dike û li ser Deryaya Sipî bi dawî dibe.
Tirkiyê herwiha daz anîn, ku Hikûmeta Sûriyê ji aliyê wan ve li ser operasyona Mertalê Firat hatibû agahdar kirin,di heman dema ku hikûmeta Sûrî hişyarî da PYDê û YPGê ku divê ew pabend bin bi mercên hikûmetê ve.
Ji aliyekî din ve Hevserokê PYDê Salih Muslim her yek ji Îran, Tirkiy û Sûriye bi dijminatiya gelê Kurd tometbar kirin û dazanîn ev hersê dewlet Tirkiye, Îran û Sûriye hemû nakokiyên di navbera xwe de ji bîr dikin, di dema ku pirsa hevgirtina waan girêdayî bi gelê kurd be.
Muslim herwiha da zanîn, ew deverên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji DAIŞê rizgar kirine,ti carî ew qebûl nakin ku Artêşa Tirkiyê û komên pê re derbasî wan cihên rizgarkirî bibin.
Muslim destnîşan kir, ku ew ti cudahiyê naxin navbeyan DAIŞ û hêzên operasyona Mertalê Firatê.
Her di vê derbarê de Açmerîka li ser zarê berpirsên Pentagonê ragihand ku, ew ti carî şer di navbera Tirkiyê û HSDê yên ku ew piştevaniya wan dikin, qebûl nakin.
Rudaw
