• Sunday, 22 February 2026
logo

Brîtanya helwesta xwe ya li hember serxwebûna Kurdistanê diyar dike

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Brîtanya helwesta xwe ya li hember serxwebûna Kurdistanê diyar dike
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Brîtanya ragihand, Brîtanya bi şert piştgiriya referandom û serxwebûna Kurdistanê dike.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Brîtanya, Karwan Cemal Tahir ragehand ku helwesta Brîtanya li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê erênî û baş e.

Karwan Cemal Tahir her wiha got, Brîtanya dibêje eger kurd bi serê xwe referandomê bikin yan serxwebûnê ragihînin em piştgirî nakin lê eger ev yek bi rizamendiya Bexdayê be emê piştgirî bikin.

Rayedarên Kurdistanê bi taybet Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî heta niha gelek caran gotiye, em dixwazin bi awayekî aştiyane ji Iraqê cihê bibin û bidin du cîranîn baş.

Top