Li Colemêrgê gerîlayek hat kuştin û 5 leşkerên Tirkiyê jî birîndar bûn
Îro, danê sibê li bajarê Colemêrgê çiyayên navçeya Çelê di navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de pevçûnek dijwar derket. Di encamê de gerîlayek PKKyê canê xwe ji dest da û 5 leşker jî birîndar bûn.
Ji alîkî din ve jî li bajarê Colemêrgê navçeya Kanîreşê jî şer hebû. Li gor ragihandina parêzgeriya Çêwlikê cerdewanek di encama pevçûnan de birîndar bûye.
Li derdora Çêwlik, Licê, Colemêrg û Şemzînanê de nêzikê 10 rojin şer û pevçûnên dijwar di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de derdikeve.
K24
