• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezîrê neftê yê Iraqê serdana Hewlêrê dike

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Wezîrê neftê yê Iraqê serdana Hewlêrê dike
Wezîrê neftê yê Iraqê serdana bajarê Hewlêrê dike û biryare li gel wezîrê saman û sirûştê ya hikûmeta herêma Kurdistanê jî serdana Bexdayê bike.

Îro 31.08.2016ê parlamenterê fraksiyona PDKê yê encûmena nûnerên Iraqê Şaxewan Ebdula ji BasNewsê re ragehand: ‘’Biryare wezîrê neftê yê Iraqê serdana Hewlêrê bike û piştre jî wezîrê saman û sirûştî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî serdana Bexdayê bike.’’

Herwah diyar kir: ‘’Armanca wan her dû serdana wezîran, hurgiliyên rêkeftina neftê yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi cîhanîne.’’

Şaxewan Ebdula got: ‘’Rêkeftinekî neftê bo nefta Kerkûkê jî ji aliyê herêma Kurdistanê û Bexdayê ve jî hatiye kirin.’’

Basnews
Top