Şandeya Herêma Kurdistanê serdana Serok komar dike
Di civînê de ku Firyad Ruwandizî Wezîrî Kultûra Îraqê amade bibû, Serok Komar kêfxweşiya xwe ji bo serdana şandeya Herêma Kurdistanû ji bo Bexdayê û civîn û hevdîtinên tevî berpirsên Bexdayê nîşanda.
Amaje bi vê yekê jî da ku danûstan û hevdîtin gelek bi kêr dibin, ku bi vê awayê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê dihên çareser kirin û hêvî xwest serdana şandên Herêma Kurdistanî ji bo Bexdayê berdewam bin û hemahengiya navbera her du aliyan bihêztir bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya nirxandin û têbînî yên Serok Komar kir derbarê hevdîtin û civînên şandeya Herêma Kurdistanê tevî berpirsên Bexdayê. Her wiha kurtiyek derbarê civînên duh û îroyên şanda Herêma Kurdistanê digel berpirsên Îraqê pêşkêş kir. Amadeyî ya Herêma Kurdistanê jî nîşanda ji bo berdewambûn li ser danûstan û hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên navbera her du aliyan.
Li dawiyê jî her du aliyan behsa rewşa deverê , Îraq û Herêma Kurdistanê, bi tayebetî rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê kirin.
