• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî rewşa Îraqê dinirxînin

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Eyad Elawî rewşa Îraqê dinirxînin
Li dawîn roja serdana xwe ji bo Bexdayê, şandeya Herêma Kurdistanê roja Sêşem 30-8-2016 bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî, ji aliyê Eyad Elawî Serokê Bizava Wîfaqa Nîştimaniya Îraqê pêşwazî jê re hate kirin.

Elawî bi xêrhatina Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir, ku her du aliyan bal kişandine ser dawîn pêşhatên şerê dijî terorê, rewşa siyasî, pirosêsa siyasî û pêşeroja wê.

Her wiha behsa amadekarî ji bo opersiyona rizgarkirina bajerê Musilê kirin û ji bo vê yekê jî pêdagirî li ser alîkarî û hemahengiya navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û hevpeymaniya navdewletî û pêkhatiyên Musilê kirin, bi taybetî giringiya ji hev têgihiştina gişt alî ji bo gonaxa piştî rizgarkirinê li warê siyasî û revebirinê.

Her du aliyan amaje bi metirsyên piştî rizgar kirina Musilê dan û pêdagirî li ser vê yekê kirin ku ji nav birina hizra tundreviyê li deverê, tenê bi rêya serbazî nabe û pirosêsa siyasî li Îraqê pêwîstî bi vê yekê heye ku nûneratiya hemû aliyan bike û hemû pêkhatiyên Îraqî di nava pirosêsa siyasî de bin û têde cihên jêhatên xwe vebînin.

Her di vê civînê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayî hate kirin û her du aliyan pêdagirî li ser vê yekê kirin ku çareser kirina pirsgirêkan di berjewendiya tevahiya Îraq û Herêma Kurdistanê de ye û ji bo vê yekê jî divê bi cidî danûstan navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federala Îraqê destpê bike û hemû pirsgirêk û forma têkiliyên navbera her du aliayn bi rêya aştiyane û ji hev têgihiştinê bihên çareser kirin ku di qazanca Bexda û Hewlêrê de be.

Top