• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: DIŞI kontrol kirina Mûsilê ji dest daye

Gulan Media August 31, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: DIŞI kontrol kirina Mûsilê ji dest daye
Mesrûr Barzanî dibêje DIŞI nikare weke berê bajarê Mûsilê kontrol bike.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala ABC a Avustiralî behsa pêşhat û geşedanên dawî yên şerê dijî terorîstên DIŞIê kir û balkêşande ser operasiyona azad kirina Mûsilê û mekanîza normal kirina rewşa vê bajarê piştî şerê dijî terorîstên DIŞIê û azad kirinê.
Mesrûr Barzanî di destpêka hevdîtina han de behsa karîn û hêza leşkerî ya terorîstên IDŞIê kiriye û aniye ziman ku niha weke tê zanîn hêz û karînên leşkerî yên DIŞIê weke berê nemane û DIŞI hatiye lawazkirin û moralê terorîstên DIŞIê lawaz bûne û beşeke zêde ji wan terorîstan deve ji refên DIŞIê berdane û di nava bajarê Mûsilê de jî DIŞI rastî gelek kêşeyên mezin hatiye.
Mebesta we çi cure kêşeye?
Mesrûr Barzanî: Mebesta min kuştin, dizî kirin, birîn û rûtandina xelkê ye, ew kêşeyên han ew demeke serî hildane pêştir kêşeyên bi vê rengî nebûn û ew yek jî nîşan dide ku DIŞI nikare bajarê Mûsilê kontrol bike.
Gelo çi cure çalakî û operasiyonek di nava bajar de li dijî DIŞIê heye? Gelo mimkune beriya azad kirin ya di dema operasiyona azad kirinê de di nava bajar de çalakiyên curbicur werin destpê kirin?
Mesrûr Barzanî: Pêkanîna çalakiyan anjî operasiyonan di nava bajarê de zehmete jiber ku heta niha xelk gelek di tirse, em dizanin ku ew terorîst çiqasî hovin, her cure pêngavek anjî her cure kiriyarek ku ji aliyê xelk ve were pêkanîn vê bi kuştin bidawî bibe jiber vê çendê xelk ditirse û nikare li dijî terorîstên DIŞIê serî hilde lewre xelk û şêniyên vê bajarê jî li benda hatin û nizîkbûna hêzên rizgarkerin û em bi berdewamî zaniyarî derbarê serkirde û serçaweyên darayî yên terorîstan kom dikin û ew çalakiyên han jî rojanen.
Yanê di nava bajar de çavkaniyên we yên zaniyariyan hene?
Mesrûr Barzanî: Belê bo kom kirina zaniyariyan me pişta xwe daye çend rêyên curbicur ku hinek ji wan di nava bajarê Mûsilê dene.
Eger behsa helwesta Amerîkayê ya derbarê operasiyona han de bikin, eger 500 hezar kes li bajarê Mûsilê de hebe vê demê bo dabîn kirina ewlekariya wan pêdiviya we bi 25 hezar leşker û polîs dibe?
Mesrûr Barzanî: Belê raste.
Niha ew yek ne mimkune, ji bilî ku bi rêya artêşa Îraqê be yaku di bin kontrola şîiyan deye?
Mesrûr Barzanî: Wek tê zanîn di destpêkê de azad kirina Mûsilê yek ji armancên herî serekiye lazime DIŞI ji bajar were derkirin û her dîsa çawetiya îdare kirina Mûsilê jî piştî azad kirinê girînge lewre hewldan bo dabîn kirina asayîşê hewldaneke gelek girînge, di nava Mûsilê de xelk û pêkhateyên curbicur dijîn û tevahiya wan pêkhateyên olî û etnîkî jî dixwazin di nava asayîş û aramiyê de bijîn û herdîsa dixwazin di operasiyona azad kirin û piştî azad kirinê jî di prosesa îdare kirinê de jî roleke wan hebe. Gotûbêjin me li gel hikûmeta Îraqê û tevahiya wan pêkhateyan û hevpeymanan didomin û hewl bo dîtina mekanîzmeke baştir didin ku cêyê rezamendiya tevahiya aliyan be bêyî ku ti cudatî bixe nabera wan aliyan û bikarêbe bersifa tevahiya daxwazan bide.
Top