Naveroka civîna şandeya Herêma Kurdistanê û serokê parlamentoya Îraqê
Di civînê de behsa pirsa azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞê û paşeroja bajêr hat kirin û her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku her çiqas biryara azadkirina Mûsilê têkelî bi her du hikûmetên Kurdistan û Îraqê ve heye, lê divê xelkê Mûsilê jî di operasyona azadkirina bajêr de beşdar be û bi hevahengiya hemû aliayn be. Ji ber ku azadkirina bajêr jibo hemû aliyan giringe.
Rewşa giştiya Îraqê, têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Îraqa federal û paşeroja wan têkeliyan di civînê de hatin behis kirin. Di vî warî de şandeya Herêma Kurdistanê ji berpirsên îraqî re diyar kir ku têkeliyên herêma Kurdistanê bi Îraqê re di vê çarçoveye heye de nikare berdewam bin û divê çarçoveyeke nû jê re bê dîtin daku bikare berdewam bin û li ser bingeke nû paşeroja têkeliyên Bexda û Hewlêrê bên avakirin.
Di civînê de behsa kar û pirsgirêkên parlamentoya Îraqê hat kirin û her du aliyan hêvî kir ku, hemû pirsgirêk bi rêyên qanûnî bên çareser kirin û hevahengiyeke baştir di navbera aliyên parlamentoya Îraqê digel herêma Kurdistanê de hebin.
