• Sunday, 22 February 2026
logo

Ebadî skale li ser Henan Fetlawî tomar kir

Gulan Media August 30, 2016 Nûçe
Ebadî skale li ser Henan Fetlawî tomar kir
Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, bi sûça sivkayetîkirinê bi dewletê, sikala li ser Henan Fetlawî tomar kir.

Henan Fetlawî, seroka fraksîyona Îraqe li civata nûnerên Îraqê, di peycê xwe yê tora civakîya Facebookê da ragîhandîye, ku Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, bi sûça sivkayetîkirinê bi dewletê û navizrandina kesayetîyên sîyasî, skala li ser wê tomar kirîye.

Daye zanîn jî, ku Ebadî daxwaz ji serokayetîya civata nûneran kirîye, parêzbendîya yasayî li ser wê raken, daku bê dadgeh kirin.

War.tv
Top