• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî Tirkiyê razî dike û hemû alî li benda agirbesta PKKê ne!

Gulan Media August 30, 2016 Nûçe
Barzanî Tirkiyê razî dike û hemû alî li benda agirbesta PKKê ne!
Berpirsên Tirkiyê bo vegera ser masa gotûbêjan li gel PKKê (Partiya Karkerên Kurdistanê), amadebûna xwe bi Barzanî re nîşan dan, lê pirsgirêk naha girêdayî ye bi agirbesta ji aliyê PKKê ve bê ragehandin.

Berî naha di dema piroseya aştiyê de rêberê PKKê Ebdula Ocalan daxwaz ji PKKê kiribû ku kongreya xwe çêbike û di kongrê de gotûbêja danîna çek bikin. Lê berpirsên PKKê li Qendîlê ew kongre pêkne anîn û piştre jî şer dan destpêkirin.

Li gor çavkaniyên agahdar, di serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de yek ji mijarên herî giring ê li gel serokkomar û serokwezîrê Tirkiyê hatî gotûbêj kirin jî mijara carekedin vegerana bo pêvajoya aştî û çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê bûye. Tirkiyê jî amadebûna xwe ya çareseriya pirsa kurd nîşan daye, red kirine ku PKKê wek nûnerê kurd li Tirkiyê nas bike, lê li gel vê jî amadebûna xwe ya gotûbêjan li gel PKKê diyar kirine.

Li gor heman çavkaniyê ronî kirî, li gel dewleta Tirkiyê bi awayekî giştî amadebûna xwe bo qebûlkirina hewlên Barzanî nîşan daye, ku gotûbêj destpê bikin li gel PKK, lê amade nebûne naha rasterast û bê merc carekedin wî deriyi li gel PKKê vekin.

Li gor heman çavkaniyê, berpirsên Tirkiyê pir acizin li rêyên ku PKKê naha daye berxwe li bakûrê Kurdistanê, ku li gor gotinên serokwezîrê Tirkyê ew karên PKKê malwêraniyekî zêde bo xelkê Tirkiyê çêkiriye û ew tişta nayê qebûl kirin.

Li gor heman çavkaniyê, serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim, gelek belge danîne pêş Barzanî, ku li gor wan belgeyan PKK destê wê hebûye di sedan karên terorîstî û pêkanîna teqînên li Tirkiyê de.

Li gor wan belgeyane, dewleta Tirkiyê rê li dehan karên xwekujî girtiye ku PKKê xwastiye pêkbîne. Ji ber wê jî li gor gotinên heman çavkaniyê, naha û bi awayekî demildest gotûbêj ne mijara gotinêne di navbera Tirkiyê û PKKê de, lê eger PKK wan kara ne rawestîne û yekalî agirbest ragehîne rewş degoherê.

Çavdêrê siyasî yê nêzîk li PKKê Dr. Faîq Gulpî ji rojnameya Bas re ragehand, PKK amadeye çalakiyên xwe rawestîne, lê tiştê ku me bihîstiye bo çekdanînê ew pirsekî dine û got: ‘’Di vê pêvajoyê de çek danîn pir zihmete. PKK xwedî piroseye. Eger pirsa kurd li Tirkiyê çareseriya destûrî, yasayî û siyasî hate pêkanîn, wê demê asayî ye ew jî çek daynin. Lê her di destpêkê de çek danîn cîhê baweriyê nîne, bi taybetî di vê pêvajoyê de PKK li gel rêxistina terorîst a DAIŞê di şer de ye.’’

Wî çavdêrî amaje bi wê jî kir, Tirkiyê dibê bo gotûbêj li gel PKKê divê destpêkê bersiva wê yekê bide ku wan daxwaza rewşa Ebdula Ocalan kiriye, ka rewşa wî çiye? herwaha got: ‘’Demekî dirêje parêzer serdana Ocalan nekirine. Salek zêdetire kesûkarên wî û partiya wan serdan nekiriye. Piştî kudetaya leşkerî hin nûçeyên ecêb hatin çêkirin, ku divê bê zanîn rewşa birêz Ocalan çawaye.’’

Herwaha got, şibandina PKKê wek a DAIŞê ji aliyê Tirkiyê ve û nebûna nûçeyên li ser tenduristiya Ocalan dihêle bawerî bi destpêşxeriyên Tirkiyê nebin.

Ji aliyê xwe ve jî KCKê (Koma Covakên Kurdistanê) di beyanameya xwe ya dawiyê de ragehand: ‘’Ji bo çareseriya pirsgirêkê û destpêkirina gotûbêjan pêwîste dewleta Tirkiyê hin pêngavan bavêje, eger Tirkiye pêngavên cîdî bavêje, ew jî amadene bo çareseriya pirsgirêkê amade ne.’’

Ji bo vegera rewşa aştî û dawî kirina şer, KCKê di ragehandinekî xwe de dibêje: ‘’Hikûmeta AKPê bo çareseriya pirsgirêka kurd dikare soz bide gelên Tirkiyê û niyeta xwe ya baş nîşanbide. Piştî wê şandekî parlamentoya Tirkiyê ku HDP jî di nav de biçin Îmraliyê û hevdîtin li gel Ocalan pêkbîne û awayekî rasterast gotûbêjên piroseyê destpê bike. Piştre jî PKK, KCK û partiyên li parlamentoyê û yên derve parlamentoyê, pêkhateyên Elewî, rewşenbîr û civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêkê dest bi gotûbêjan bikin.’’

Basnews
Top