• Sunday, 22 February 2026
logo

Termê 3 şervanên Amerîkî gihiştin Başûrê Kurdistanê

Gulan Media August 30, 2016 Nûçe
Termê 3 şervanên Amerîkî gihiştin Başûrê Kurdistanê
Termê 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên bi nijad Amerîkî ji deriyê Sêmêlka ve gihiştine Başûrê Kurdistanê û biryare ji Firokexaneya Silêmaniyê re ber bi Amerîkayê bên şandin.


Rêveberê Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê Şewket Berbiharî ji Rûdawê re ragihand, roja duşemê (29-08-2016) termê 3 şervanên YPGê yên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Berbiharî got, “Ew şervan di operasyona Minbicê de şehîd bûne. Nûnerê Konsolxaneya Amerîkayê jî di rêwrema anîna terman de amade bû. Termên şehîdan bi fermî radestê wan hate kirin.”

Şervanên bi navê Jordaan Andrew (Ciwan Firat), Well Savaj (Amed Kobanê) û Livi Jonasin Shirli (Agir Şervan) navê wan şervanan e ku di operasyona Minbicê de şehîd bûn.

Roja 1ê Hezîranê Encûmena Leşkerî ya Minbicê dest bi operasyona kontrolkirina Minbicê kir. Piştî 73 rojan Operasyona Şehîd Fermandar Ebû Leyla, roja 12ê Tebaxê gihişt encamê û Minbic ji destê DAIŞê hata rizgarkirin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di operasyona Minbicê de 4 hezar û 180 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 112 DAIŞî jî dîl hatine girtin. Di operasyonê de 264 şervan jî şehîd bibûn.



Nav : Jordaan Andrew (Ciwan Firat)
Ciye ji dayîkbûne: Colorado- Amerîka
Cî û dîroka Şehadetê: Minbic 03-08-2016



Nav: Well Savaj (Amed Kobanê)
Ciyê jidayîkbûne: Marîs-Amerîka
Cî û dîroka şehadetê: 10-08-2016



Nav: Livi Jonasin Shirli (Agir Şervan)
Ciyê jidayîbûne: Navada- Amerîka
Cî û dîroka tevlîbûne: 14-07-2016

Rudaw
Top