Plana Tirkiye di navbera kantonên Rojava de!
Li gorî plana Tirkiye’yê divê herêma di navbera Cerablûs û Ezazê de, anko deverên dikevin navbera her du kantonên Efrîn û Kobanî yên Rojavayê Kurdistanê, ji DAIŞ û PYDê werin paqijkirin û li wê deverê koçberên ku ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne, werin bicîkirin.
Amerîka û hêzên din ên navnetewî bi vê plana Tirkiyeyê ne qayîl in. Hinek lêkolîner dibêjin Tirkiye dikare bi riya hewlên dîplomasiyê wêlatên din di vî warî de qanî bike.
Analîstê Weqfa Lêkolînan a Aborî û Civakî (SETA) Can Acun di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku Tirkiye bo avakirina Herêma Tampon bi biryar e û got:
“Em dibînin ku tirkiye bi biryar e. Tirkiye di destpêkê de dixwaze sînor ji DAIŞ’ê werin paqijkirin û PYD jî xwe bikêşe rojavayê ferêt. Lê bi hevdîtinên digel welatên herêmê, bi îranê re, helwesta Rûsya û bi helwesta Emerîkayê wê ev kifş bibe. Lê ev yeka bi riyên dîplomatîk dişê were kirin.”
Lê belê pisporên din ên têkiliyên navnetewî jî wiha nafikirin. Li gorî van ne pêkan e ku Tirkiye plana xwe ya herêma ewle pêk bîne.
Akademîsyen Bîlal Sambur jî ji Rûdawê re da xuyakirin, ku Tirkiye operayona Cerablusê weke derftekê dibîne û wiha berdewam kir:
“Bi operasyona cerablûs tirkiye dibêje fersendek ketiye destê min. Ez dixwazim 2 tiştan çê bikim. Tişta pêşiyê tirkiye dixwaze daîm bisekine. Ya din dixwaze bi mewcûdiyeta xwe bi hebûna xwe daîm li ser rojava operasyonan bike. Îmkaneke wisa ji xwe re çêbike. Yanî ev taleba avakirina herêma ewle ne tiştekî rasteqîn e. Vêga hûn ji kê re bêjin ji penaberên sûriyê re kes careke dî navegere.”
Li gorî lêkolînên berdest eger Tirkiye bikaribe li Sûriyeyê herêmeke ewle ava bike jî dê ji ber berdewambûna şer û pevûnan, gelek penaberên ku li Tirkiyeyê venegerin welatê xwe.
Rudaw
