Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm pêdagiriyê li ser giringiya hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê dikin
Her du aliyan behsa dawîn pêşhatên şerê dijî terorê û serketinên Pêşmerge û Arteşa Îraqê bi ser terorîstên DAIŞê kirin û pêdagirî li ser giringiya alîkarî û hemahengiya navbera Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo operasiyona rizgarkirina bajarê Musilê kirin û bal kişandine ser qonaxa piştî rizgarkirina bajêr û pêşeroja piroseya siyasî ys Îraqê piştî operasiyonê.
Li pareka din ya civînê, behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û pêdagirî li ser giringiya berdewam bûna danûstan û ji hev têgihiştin ji bo çareser kirina pirsgirîkên petrol û budce û madeya 140 û hemû pirsên navbera her du aliyan kirin. Her weha behsa giringiya berdewam bûna hevpeymaniya navbera Şîe û Kurdistanê ji bo berjewendiya Îraqê û Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatiyan ve kirin.
Her du aliyan behsa piroseya siyasî ya Îraqê û nakokiyên navbera aliyan û giringiya hebûna seqayeka arama siaysî li Îraqê û hewldan ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û aliyên siyasî û operasiyona rizgarkirina bajarê Musilê û rewşa rastîna nû ya qunaxa piştî rizgarkirina bajêr kirin.
Li dawiyê jî pêdagirî li ser berdewam bûna diyalog û danûstan ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal kirin ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê de be.
