• Sunday, 22 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Ebadî ji bo çareser kirina pirsgirêkan pêdagiriyê li ser diyalogê dikin

Gulan Media August 30, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Ebadî ji bo çareser kirina pirsgirêkan pêdagiriyê li ser diyalogê dikin
Roja Duşem 29-8-2016 Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeka Herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê û tevî Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqa Federal civiya.

Serokwezîrê Îraqê kêfxweşiya xwe ji bo serdana Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re ji bo Bexdayê xuya kir. Her du aliyan pêdagirî li ser danûstanên navbera Hikûmeta Herêma kurdistanê û Hikûmeta Federala Îraqê kirin ji bo çareser kirina pirsgirêkan û pêşeroja têkiliyên navbera her du aliyan ku di berjewendiya Îraq û Herêma Kurdistanê de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Serokwezîrê Îraqa Federal kir ji bo serketinên Arteşa Îraqê li şerê dijî terorîstên DAIŞê û hêvî xwest serketin heya ji nav birina DAIŞê berdewam bin.

Her di vê civînê de behsa berhem anîn û parve kirina petrol û mafên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê kirin û ji bo vê yekê li ser sazkirina danûstanên teknîkî navbera Wezareta Petrola Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî yên Herêma kurdistanê rê ketin.

Her du aliyan pêdagirî li ser alîkarî û hemahengiya navbera Hikûmeta Herêma kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal kirin ji bo operasiyona rizgarkirina Musilê û pabend bûna hemû aliyan bi pilana rizgarkirinê û bi hawarçûna welatiyên sivîl û vegeryana koçberan ji bo ser cuhên xwe û derkirina DAIŞê.

Top