Serokwezîr Barzanî diçe Bexdayê
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ragihand Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê ligel şandekê here Bexdayê û dê bi rayedarên Hikûmeta Federal re bicivîn.
Sefîn Dizayî diyar kir ku di serdanê de mijarên ewlekariyê, operasyona rizgarkirina Mûsilê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê dê werin gotubêjkirin.
Serokwezîr Barzanî herî dawî meha Nîsana borî serdana Bexdayê kiribû.
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry re civiyabû.
Rudaw
