Êdî Bexda nikare bi serê xwe derheqê sînorên Kurdistanê de ferman bide
Endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Serhan Silêvaneyî ji BasNewsê re got, aliyên kurd û iraqî li ser çawaniya birêvebirina deriyên sînorî li hev kirin.
Serhan Silêvaneyî her wiha got, ew pêşniyarqanûn dê îro bikeve dengdanê û parlamenter dê deng li ser bidin. Ev rêkeftin di civîna endamên kurd ên Lêjneya Darayî û serok û alîkarê serokê lêjneyê de pêk hat. 4 kurd endamên lêjneyê ne û êdî hikûmeta Iraqê nikare bi serê xwe derheqê deriyên sînorî û balafirgehên Kurdistanê de fermanan bide.
Çend roj berê hatibû gotin ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi serê xwe derheqê deriyên sînorî û balafirgehên Kurdistanê de ferman û biryaran bide.
Basnews
