• Sunday, 22 February 2026
logo

Îşkence li şervanên YPGê kirin!

Gulan Media August 29, 2016 Nûçe
Îşkence li şervanên YPGê kirin!
Artêşa Azad a Sûriyê bi îşkencedana şervanên dîl tê tometbarkirin.

Di hinek dîmenan de ku li medyayê hatine belavkirin, diyar dibe ku 7 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîl ketine destê çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê.

Di dîmenan de de dixuyê ku şervan xistine pişta otomobîleke pîkap û li wan didin.

Derbarê mijarê de Serokê Ofîsa Siyasî ya Liwaya Mutesem Mistefa Sicrî ji Rûdawê re ragihand, ew nikarin hemû hêzên xwe kontrol bikin û got, “Lê ev nayê wê wateyê ku em bi van kiryaran razî ne û em li dijî vê ne.”

Hêjayê gotinê ye ku ev 3 roj in li başûrê Cerablûsê di navbera hêzên HSD û Artêşa Azad de pevçûn hene.

Rudaw
Top