Amerîka ji şerê Tirkiyê û YPG dilgiran e
Derbarê helwesta Amerîkayê ji şerê di navera Artêşa Tirkiyê YPGê de Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, ew rûbrûbûna Artêşa Tirkiyê û YPG li derdûra bajarê Cerablusê nayê qebûlkirin û cihê dilgiraniya rayedarên Amerîkayê ye.
Cook da zanîn ku, pêwîst e Hemû aliyên pêwendîdar bi wî şerî bi zûtirîn dem bighene rewşeke asayî. Cook tekez kir ku dibe ku, ew şere û milmilane bibe sedema ku, DAIŞê careke xwe bihêz bike û ew navçeyên ji destdane vegerîne.
K24
