Daxwaz ji Kurdan tê kirin ji Rojavayê Firatê nevekêşin
Di konferanseke Maseyê Gilover de, sedem û encamên operasyona Tirkiyeyê ya li Cerablûsê û helwêsta Rûsyayê li ser vê bûyerê bû mijara gengeşiyên kûr.
Nêrîna giştî ew e ku operasyona Tirkiyeyê li Sûriyê li dijî Kurdan e û ti peywendiya wê bi DAIŞê re tune.
Çavdêrê siyasî yê Kurd Yûriy Nebiyev got, Tirkiye bi vê oprasyonê dixwaze di çarseriya krîza Sûriyê de ji nû ve bibe xwedî rolek.
Yûriy Nebiyev amaje dike ku pêwîst e Kurd ji rojavayê Çemê Firatê paş da venekişin.
Serokê Akademiya Pirsgirêkên Jeopolîtîkî Leonid Îvaşov jî ji Rûdawê re woha got:
"Îro derfeta yekîneyên Kurd heye ku sînora Tirkiye û Sûriyê bigrin. Bê guman, îro, bi êrîşkirina ser hêzên Kurd, Tirkiye piştgirîiya xwe bi hêzên terorîstî nîşan dide.”
Di vê navbrê de hevkariya serbazên Rûs û Tirk jî berdewam e.
Li gorî nûçeyên Medyaya Rûsî, Wezareta Parastina Rûsyayê ji Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê daxwaz kiriye ku zanyariyên li ser bikaranîna balafirên şerî di oprasyona Sûriyê de pêşkêşî wê bike
