• Sunday, 22 February 2026
logo

EREBÊN KERKÛKÊ – Bila pêşmerge navçeyên me rizgar bike

Gulan Media August 28, 2016 Nûçe
EREBÊN KERKÛKÊ – Bila pêşmerge navçeyên me rizgar bike
Serok hoz û partiyên erebên Kerkûkê ji bo ji pirsgirêka koçberan re çareseriyan peyda bikin û nakokiyên navxwe çareser bikin, hefteyê sê caran dicivin.

Partiyên ereb di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Iraqê şerê mezhabî ligel wan dike. Lewma jî ji alîkariyên Bexdayê bê hêvî mane.

Biryarderê Encûmena Siyasî ya Ereban Hesen Cûbûrî ji Rudawê re ragihand, “Li hember koçberên Hewîce Wezareta Koç û Koçberan bêxeme. Hikûmeta Iraqê jî bi çavê mezhebî li wan dinere. Alîkariya koçberan erkekî mirovî û exlaqî ye.”

Erebên Sûnne yên Kerkûkê beriya niha li dijî hilbijartinan bûn, lê niha nêrîna wan hatiye guhertin.

Serok hozê Hedîdan Îsmaîl Hedîdî jî diyar kir ku ew dixwazin hilbijartin bên kirin û got, “Navçeyek berfirah di destê DAIŞê de ye. Em dixwazin pêşmerge wan jî rizgar bike. Paşî hilbijartin bên kirin.”

Rojane nêzîkê 350 kes ji destê DAIŞê direvin û xwe dispêrin hêzên ewlekariya Kerkûkê. Lê hikûmeta Iraqê alîkarî nade van koçberan.

Rudaw
Top