YE: PKK û Tirkiyê rê nadin pêvajoya aştiyê destpê bike
Katî Pîrî piştî hewldana derbeya leşkerî serdana Tirkiyê kir û bi rayedarên hikûmet û berpirsên saziyên civaka sivîl re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan daxuyanî da rojnameya Cumhuriyetê.
Pîrî da zanîn, her çiqas kêmasî hebin jî, di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de, Tirkiye gavên girîng avêtine û piraniya siyasetmedarên Tirkiyê jî naxwazin vegerin 20 sal beriya niha.
Pîrî da xuyakirin, dadgehkirina kesên beşdarî hewla derbeyê bûne girîng e, lê divê her tim serdestiya hiqûqê û darazek dadwerane hebe.
K24
