• Sunday, 22 February 2026
logo

YE: PKK û Tirkiyê rê nadin pêvajoya aştiyê destpê bike

Gulan Media August 28, 2016 Nûçe
YE: PKK û Tirkiyê rê nadin pêvajoya aştiyê destpê bike
Biryardara Parlamentoya Ewropa ya bo karûbarên Tirkiyê Katî Pîrî da xuyakirin, çalakiyên PKKê û operasyona Tirkiyê ya Cerablusê, rê nadin pêvajoya aştiyê destpê bike.

Katî Pîrî piştî hewldana derbeya leşkerî serdana Tirkiyê kir û bi rayedarên hikûmet û berpirsên saziyên civaka sivîl re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinan daxuyanî da rojnameya Cumhuriyetê.

Pîrî da zanîn, her çiqas kêmasî hebin jî, di pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê de, Tirkiye gavên girîng avêtine û piraniya siyasetmedarên Tirkiyê jî naxwazin vegerin 20 sal beriya niha.

Pîrî da xuyakirin, dadgehkirina kesên beşdarî hewla derbeyê bûne girîng e, lê divê her tim serdestiya hiqûqê û darazek dadwerane hebe.

K24
Top