Hêzên opozîsyona Sûriyê 3 roj mohlet dane YPGê
Hêzên opozîsyona Sûriyê bi alîkariya artêşa Tirkiyê bajarê Cerbalusê yê Sûriyê ji destê DAIŞê standin û li wir bicîh bûn.
Li gorî medyaya Tirkiyê, hêzên opozîsyona Sûriyê pêşde diçin. Rayedarên Tirkiyê jî dibêjin, heta hêzên YPGê ji rojavayê çemê Firatê derbasî aliyê rojhilatê çemê Firat nebin dê operasyon bidome.
Ji aliyekî din, hat gotin ku hêzên opozîsyona Sûriyê 3 roj mohlet dane YPG da ku rojava çemê Firatê vala bikin.
Tê gotin ku li nêzîkî bajarê Minbicê, şer di navbera hêzên YPGê û opozîsyona Sûriyê de derketiye.
Basnews
