• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Cizîrê herî kêm 11 polîs hatin kuştin

Gulan Media August 27, 2016 Nûçe
Li Cizîrê herî kêm 11 polîs hatin kuştin
Li Cizîrê, di çalakiya danê vê sibehê ya li hemberî polîsên tîmên taybet, îstîxbarata emniyetê û midûriyeta hêzên çewîk de bi dehan polîs hatin kuştin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di çalakiya bombeyî de, ku danê vê sibehê li hemberî polîsên Tirk hat lidarxistin, di encam de herî kêm 11 polîs hatin kuştin û 78 kesên din jî ku 75 ji wan polîsên birîndar bûn û birîna 4 ji birîndaran jî xedare.

Di çalakiya li taxa Konakê de, navenda polîsên tîmên taybet, îstîxbarata emniyetê û midûriyeta hêzên çewîk hedef hatin girtin û ev hemû navend îmha bûn.
Top