• Sunday, 22 February 2026
logo

Ekrem Şerîf: Ez venegeriyame nav YNKê

Gulan Media August 27, 2016 Nûçe
Ekrem Şerîf: Ez venegeriyame nav YNKê
Endamê berî yê Koma YNKê li Civata Parêzgeha Silêmaniyê Ekrem Şerîf ragihand ku ew venegeriyaye nav YNKê û vegera her çar hevalên xwe jî ji çapemeniyê bihîstiye.

Ekrem Şerîf ji Rûdawê re got, “Li hember min neheqiya yasayî hatiye kirin, biyara şexsî li min hate sepandin û ew biryar be ya Polîtbûroya YNKê bû. Lewra jî nabe wisa bê sedem biryara vegerê bidim.”

Roja 25ê Tebaxê 5 endamên Koma YNKê li Civata Parêzgeha Silêmaniyê dest ji koma partiya xwe berdan û ragihandin ku di kursiyên civatê de guhertinên ne yasayî hatine kirin.

Roja 26ê Tebaxê jî Berpirsê Ajansa Parastin û Zanyarî ya Herêma Kurdistanê Lahûr Şêx Cengî ligel endamên xeyidî civiya û pişt re ragihand ku wan endaman biryara vegerê dane.

Rudaw
Top