Wezîrê Berevaniya Iraqê ji kar hat dûrxistin
Parlemenatarê Iraqê Dr. Ferhad Qadir ji BasNews re ragehand: “Di civîna îro 25 Tebaxê de, ya parlemenê Iraqê parlementaran deng li ser dûrkirina Xalid Ubeydî ji posta wezîrê berevaniyê dan.”
Civîna parleman bi serpireştiya cîgirê duyem ê serokê parleman Aram Şêx Mihemed birêveçû, bi hejmara 253 dengan bawerî ji Xalid Ubeydî hate kişandin.
Basnews
