• Sunday, 22 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên erdheja Îtalya kir

Gulan Media August 25, 2016 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên erdheja Îtalya kir
Berî sibehiya roja çarşemê 24.08.2016 li encama erdhejeke bihêz ya nêzîkî Roma ya paytexta Îtalya hejmareke zêdeyê hemwelatiyan canê xwe ji dest dan û sedan kes jî birîndar bûn û ziyaneke zêdeyê maddî jî pêkhat.

Bi sedema vê karesata diltezîn bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşiyê li gel û Hikûmeta Îtalya ya dost û kesukarên qurbaniyên vê rûdana xemgîn dikîn û hevsozê xemên wanîn. Hêviya başbûnê ji bo birîndarên vê rûdanê dixwazîn û ruhê qurbaniyan şad bê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.08.2016

Top