• Sunday, 22 February 2026
logo

Iraqê 10 milyar dolar weke bûdceya Kurdistanê diyar kir

Gulan Media August 25, 2016 Nûçe
Iraqê 10 milyar dolar weke bûdceya Kurdistanê diyar kir
Iraqê pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2017 de diyar kir.

Wezareta Darayî ya Iraqê li ser daxwaza Civata Wezîran a wî welatî, dawîn guhertin di projeya yasaya bûdceya sala 2017an de pêk anîn.

Piştî wan guhertinan, biryar e projeya yasaya bûdceya sala 2017 a Iraqê pêşkêşî Komîteya Kirîzan bê kirin û piştre jî dê pêşkêşî Parlamentoya Iraqê were kirin.

Hat ragihandin, ku di bûdceya sala 2017 a Iraqê de pişka bûdceya Herêma Kurdistanê jî hatiye diyarkirin.

Alîkarê Wezareta Darayî ya Iraqê Fazil Nebî ji Rûdawê re ragihand: “roja çarşemî 24ê Tebaxê li ser daxwaza Civata Wezîran, me dawîn guhertin di projeya yasaya bûdceya 2017an de kir û piştre emê projeyê ji Komîteya Kirîzan re bişînin, paşê jî em projeyê ji Parlamentoya Iraqê re bê şandin.”

Fazil Nebî amaje bi wê yekê jî kir, ku pişka Herêma Kurdistanê di projeya bûdceya sala bê de hatiye diyarkirin.

Nebî got: “Pişka Herêma Kurdistanê 12 triliyon û 500 milyar dînar e (Nêzîkî 10 milyar dolar) û li gor rêkevtina pêştir a navbera Bexda û Hewlêrê tê xerckirin, yan jî li gor her rêkevtineke nû ya di navbera her du aliyan de.”

Di projeya yasaya bûdceya sala 2017 a Iraqê, bûdceya Iraqê bi 103 triliyon dînar hatiye diyarkirin û nirxê her bermîleke petrolê jî bi 35 dolarî hatiye hesabkirin.

Rudaw
Top