Barzanî ber bi Ewropa birêket
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dawî bi serdana xwe ya bo Tirkiyê anî û ber bi Ewroapyê ve kete rê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Barzanî dawî bi hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê anî û îşev ber bi Ewropayê ve birêket.
Di daxuyaniyê de ti zanyarî li ser bernameya serdana Barzanî bo Ewropayê nehat aşkerekirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke din de herwiha ragihand, ku di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyê de, Barzanî îro serdana Parlamentoya Tirkiyê kir û ji aliyê Serokê Parlamentoyê Ismail Kahraman ve hat pêşwazîkirin.
Barzanî û Ismail Kahrman piştre bi hev re hevîtinek pêk anîn.
Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyê û nûnerên fraksyonên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Dad û Geşepêdan (AK Partî) amade bûn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Barzanî di vê hevdîtinê de amaje bi kûdetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê li Tikriyê kir û pesna gelê Tirkiyê kir ku bi îradeya xwe piştgiriya rewatî û demokrasiyê kirin û şikest bi kûdetayê anîn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Serokê Parlamentoya Tirkiyê kêfxweşiya xwe bo serdana Serok Barzanî bo wî welatî aniye ziman û ji Barzanî re behsa bûyerên kûdetaya leşkerî ya 15ê Tîrmehê û êriş û bombebarana avahiya parlamentoyê ji aliyê kûdetakaran ve kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyê de, duh şev ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ve hatibû pêşwazîkirin.
Barzanî herwiha bi cuda li gel her yek ji Erdogan û Yildirim hevdîtin pêk anîbû.
Rudaw
