• Sunday, 22 February 2026
logo

Hikûmeta Sûriyê: Artêşa Tirkiyê serweriya welatê me binpê kiriye

Gulan Media August 25, 2016 Nûçe
Hikûmeta Sûriyê: Artêşa Tirkiyê serweriya welatê me binpê kiriye
Wezareta derve ya rejîma Sûriyê ragehand, artêşa Tirkiyê serweriya Sûriyê binpê kiriye û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir, ku helwêst nîşan bidin.

Îro 24.08.2016ê ajansa Sana ya ser bi rejîma Sûriyê belav kir, artêşa Tirkiyê bi piştîwaniya balefirên şer ên Amerîkayê ve, ketiya nav xaka Sûriyê û serweriya welatê wan binpê kiriye.

Wezareta derve ya Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekbûyî (NY) kir, rêkeftina taybet a ser bi serweriya welatan bicîh bîne û Tirkiyê û Amerîkayê naçar bike ku rêz li biryarên navnetewî bigrin.

Li gor ajansa Sana yê belav kiriye, li gor wezareta derve ya Sûriyê hemberhatina rêxistina tund a DAIŞê û grubên terorîstî, divê bi hemahengiya hikûmet û artêşa Sûriyê ve pêkbê.

Îro 24.08.2016ê artêşa Tirkiyê ragehand, operasyona leşkerî bi navê Mertala Firatê bo paqijkirina bakûrê Sûriyê ji DAIŞê destpê kiriye û hêzekî zêde ya Tirkiyê bi 20 tanqan ve ketin nav sînorê Cerablûsê li bakûrê Sûriyê.

Basnews
Top