HDP: Operasyona Tirkiyê li Cerablusê li dijî Kurdan pêktê, ne jibo şerê DAIŞê
Di nav perlemanê Tirkiyê de Idrîs Balokan kongireyekî rojnamevanî encamda û li ser operasyona Tirkyê bo nav axa Sûriyê û azadkirina Cerabulsê çendîn zaniyarî eşkere kirin.
Idrîs ragehand ku, Tirkiyê ne jibo şerê DAIŞê diçe nav axa Sûriyê, lêbelê ew dixwaze destêwerdanê di rojava de bike û li dijî Kurdan tevbigere.
Herwiha eşkere kir: “Hikûmeta Tirkiyê dizane ku niha parlemen di pişû de ye, lewma ev biryar da, berî artêşa Tirkiyê ber bi sînor ve biçe divê parlemena biryarê li ser bide.”
Herwiha rexne li CHPê û MHPê kir ku, ew jî beşdarî vê biryarê ne ku, li dijî Kurdan encamdide, tekez jî kir ku, diyare ev biryar di civîna hersê aliyan de hatiye stendin a heftiya borî.
Herwiha got: “Hemû belayên liu bi sere Tirkiyê ve tên jiber wê siyaseta xelet e ku hikûmet dişopîne, çûna nav axa Sûriyê jî wê belayek mezin ji Tirkiyê re bîne.”
Basnews
