Erdogan bersiva Salih Muslim da
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di merasîma li Navenda Çand û Kongreya Millet a Beştepeyê gotarek pêşkêş kir.
Recep Tayyip Erdogan diyar kir, piştî ku bi rokêtan êrişî navçeya Gilgamêşa Dîlokê kirin Hêzên Çemdar ên Tirk ji dest bi operasyonê kir û wiha domand:
“Ji bo bersivdayîna dijmin û ji bo têkoşîna li dijî her cure komên terorîst Hêzên Çekdar ên Tirk îro di saet 04.00 pê ve dest bi oeprasyonê kirin û topan diavêjin hedefên DAIŞê."
Erdogan amaje kir ku hin kes (mebesta wî Hevserokê PYD Salih Muslim e) gefa li Tirkiyê dixwin û wiha domand:
“Dibêjin Sûriyê ji bo Tirkiyê wiha be û nizam çi be. Ez ji vê derê bangî wan dikim, hûn hesanê xwe bikin ka dê çi were serê we."
Serokomarê Tirkiyê herwiha got: "Kî ji bo Tirkiyeyê bibe metirsî dê gel, artêş, polês û cerdevan li hember wan bisekînin.”
Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslim li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hersê zimanên Tirkî, Îngilîzî û Erebî bertekên xwe nîşan dabû gotibû: “Tirkiyê di nav çirava Sûriyê de ye. Tirkiye jî dê weke DAIŞê tarûmar bibe.”
Rudaw
