• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan bersiva Salih Muslim da

Gulan Media August 24, 2016 Nûçe
Erdogan bersiva Salih Muslim da
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê operasyona Cerablûsê de got, got hin kesan gef li me xwarin bila vêca ew hesabên xwe bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di merasîma li Navenda Çand û Kongreya Millet a Beştepeyê gotarek pêşkêş kir.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir, piştî ku bi rokêtan êrişî navçeya Gilgamêşa Dîlokê kirin Hêzên Çemdar ên Tirk ji dest bi operasyonê kir û wiha domand:

“Ji bo bersivdayîna dijmin û ji bo têkoşîna li dijî her cure komên terorîst Hêzên Çekdar ên Tirk îro di saet 04.00 pê ve dest bi oeprasyonê kirin û topan diavêjin hedefên DAIŞê."

Erdogan amaje kir ku hin kes (mebesta wî Hevserokê PYD Salih Muslim e) gefa li Tirkiyê dixwin û wiha domand:

“Dibêjin Sûriyê ji bo Tirkiyê wiha be û nizam çi be. Ez ji vê derê bangî wan dikim, hûn hesanê xwe bikin ka dê çi were serê we."

Serokomarê Tirkiyê herwiha got: "Kî ji bo Tirkiyeyê bibe metirsî dê gel, artêş, polês û cerdevan li hember wan bisekînin.”

Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslim li ser hesabê xwe yê Twitterê bi hersê zimanên Tirkî, Îngilîzî û Erebî bertekên xwe nîşan dabû gotibû: “Tirkiyê di nav çirava Sûriyê de ye. Tirkiye jî dê weke DAIŞê tarûmar bibe.”

Rudaw
Top