• Sunday, 22 February 2026
logo

Çavuşoglu: Dê li ser topbarankirina YPGê û Daişê berdewam bin

Gulan Media August 24, 2016 Nûçe
Çavuşoglu: Dê li ser topbarankirina YPGê û Daişê berdewam bin
Mevlud Çawuşoglu, wezîrê ji derve yê Tirkîyê ragîhand: Tirkîyê dê bi hemî şîyanên xwe hewlan bike û alîkarîyan pêşkêşî grubên çekdarên opozîsyonê bike bo derxistina bajarê Cerablusê li Sûrîyê ji destê Daişê.

Çavuşoglu got: operasyona kontrolkirina Cerablusê û derxistina Daişê ji wî bajarê hevsînor di gel Tirkîyê da, ya giringe bo êmnahîya Tirkîyê.

Navhatî dupat kir jî ku Tirkîyê dê berdewam be li ser topbarankirina Daişi û YPGê li bakurî Sûrîyê.

Desthilatdarîya Tirkîyê li bajarê Kargamîş li Kurdistana bakur ku hevsînore di gel Cerablusê, ji xelk û rojnamevanan xwest wî bajarî bicîh bihêlin û eger trumbêl bi dest nekevin li meydana wî bajarî xirve bibin, bo wê yekê bajêrvanî alîkarîya veguhestina wan bike.

Ev daxwazîya desthilatdarîya Tirkîyê hat, piştî gullehawnek ji Cerablusê bi nav bajarê Kargamîş keftî.

War.tv
Top