Alîkarê Obama li Tirkiyê ye
Alîkarê Obama, Joe Biden îro gihîşt Tirkiyê û li balafirgeha Esenboga ya Enqerê ji aliyê rayedarên amerîkî û tirk ve hat pêşwazîkirin.
Di pêşwazîkirina Biden de, ti rayedarekî pilebilind ê dewletê yan jî wezîrekî hikûmetê nebû, tenê balyozê Amerîka li Enqerê John Bass û balyozê Tirkiyê li Waşingtonê hebû.
Alîkarê Obama dê bi serokomar, serokwezîr û serokê parlamentoya Tirkiyê re hevdîtin bike.
Li gorî medyaya Tirkiyê, alîkarê Obama dê bi rayedarên Tirkiyê re li ser rewşa Sûriyê û radestkirina Fethullah Gulan gotûbêj bike.
Tirkiye, rêberê bizava Gulen, Fethullah Gulen bi wê tohmetbar dike ku kûdetaya 15ê Tîrmeha îsal ji aliyê wî ve hatiye pilankirin, lewma ji Amerîka dixwaze Gulen radestî Enqerê bike.
Tê gotin, Joe Biden dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî re hevdîtin bike lê heta niha ev nûçe nehatiye piştrastkirin. Barzanî duh çûbû Tirkiyê.
Basnews
