• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî: Guhertinek mezin di rê de ye!

Gulan Media August 24, 2016 Nûçe
Barzanî: Guhertinek mezin di rê de ye!
Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinên Enqerê de mijarên tekoşîna li dijî DAIŞê, pêvajoya aştiyê û dibistanên Gûlen, hatine gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê derbarê naveroka hevdîtinên xwe yên ligel rayadarên Tirkiyê de, civîneke rojnamevanî saz kir.

Serok Barzanî ragihand di civînan de mijara tekoşîna li dijî DAIŞê, rojeva sereke bûye. Herdu aliyan li ser çonetiya tekoşîna li dijî vê rêxistinê bi rêkeftine.

Barzanî got;

“Jiber ku li herêmê guhertinek mezin di rê de ye. Ji ber vê jî pêwîstî bi hemahengî û nêzîkbûnek zêdetir heye.”

Barzanî diyar kir ku pêvajoya aştiyê jî mijarek din ê pir giring e. Lê diyare ku ji bo vê hê jî dem pêwîste û wiha axivî:

“Niha dem û karek zêdetir pêwiste. Lê mixabin di vê dema dawiyê de tiştên gelek nexweş rûdane. Lê em hêvîdar in ku di rojên pêş de careke din pêvajoya aştiyê destpê bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd daxuyand ku di hevdîtinan de mijara dibistanên nêzîkê Tevgera Gûlen jî hatine gotûbêjkirin û diyar kir, ku aliyan li ser çareseriyekê guncaw lihev kirine ku ziyan negehe xwendekarên Herêma Kurdistanê.

Rudaw
Top