• Sunday, 22 February 2026
logo

Li navçeya Licê û Kanîreşê 5 leşker hatin kuştin

Gulan Media August 24, 2016 Nûçe
Li navçeya Licê û Kanîreşê 5 leşker hatin kuştin
Li bakurê Kurdistanê navçeya Licê û Kanîreşê 5 leşker hatin kuştin 8 leşker jî birîndar bûn.

Li bajarê Diyarbekirê navçeya Liceyê navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de şerek dijwar derket. Di encamê de 4 leşkerên tirk hatin kuştin, 8 leşker jî birîndar bû.

Ji alikî din ve li bajarê Çêwlikê navçeya Kanîreşê di encama teqandina tepînkê de leşkerek canê xwe ji dest da. Herwiha li heman navçeyê duh jî 2 cerdewan canê xwe ji dest dabûn.

K24
Top